Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Helwesta dostên me li ser referandumê pir baş bû

Baljîka-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de piştî civîna li gel berpirsên Belçîkî got: “Me peyama gelê Kurdistanê gihande dostên xwe yên Belçîkayê. Helwesta wan pir bi dostane bû.”

Serok Barzanî, piştî civîna li gel Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Berevanî û hejmareke din ên berpirsên hikûmeta Belçîkayê di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Civîna me pir baş derbas bû. Me peyama gelê Kurdistanê gihande dostên xwe yên Belçîkayê. Li hevfêmkirine pir baş hebû. Spasiya wan dikin. Helwesta wan pir bi dostane bû.”

Roja Duşemê 10-07-2017, şandeke Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, gihişte Brûksela paytexta Belçîkayê.

Demjimêr 11:00ê roja Sêşemê 11-07-2017, şanda Kurdistanê ligel Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Berevanî û hejmareke din ên berpirsên hikûmeta Belçîkayê civiya.

Peyamnêra Rûdawê li Brûkselê Ala Şalî ragihand: “Hevdîtinên şanda Herêma Kurdistanê yên li gel berpirsên Belçîkayê dê heta êvarî berdewam bibin. Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Berevanî, Wezîrê Navxwe, Wezîrê Koçberan û Civakî, herwiha li gel hejmareke berpirsên din ên hikûmeta Belçîkayê dê civîn werin kirin.”

Piştî van civînan şanda Herêma Kurdistanê dê li gel Serokê Herêma Flanders bicive. Herwiha dê paşî li gel berpirsên Yekîtiya Ewropayê hevdîtinên du alî werin kirin. Li gorî bernameyan dê şanda Kurdistanê li Parlamentoya Ewropayê dest bi civînên xwe yên fermî bike.

Amanca şanda Kurdistanê ew e, ku ji berpirsên Ewropayê re behsa pêngavên referandûma Başûrê Kurdistanê bike, behsa mafên gelê kurd bikin. Herwiha daxwaza pişgiriya pêvajoya referandûmê bikin.

Di şanda Kurdistanê de nûnerê YNK û Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Nûnere PDKê Hoşyar Zêbarî, Nûnerê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Hewdiyanî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Nûnerê tirkmenan Mihemed Sededîn, Nûnera krîstiyanan Wehîde Hûrmiz û Nûnerê kurdên êzidî Şêx Şemo, cîh digrin.

Plana Komîteya Referandûmê ew e, ku hewlên xwe yên dîplomatîk berdewam bike da ku dengên na yên li hember referandûmê kêm bibe.