Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Serkeftina referandumê serkeftina me hemûyan e..Bêjin Erê bo serxwebûnê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji welatiyên Kurdistanê û hemû alî û hêzên siyasî yên Kurdistanê kir, ku ji bo serxistina referandumê bixebitin û da xuyakirin, referandum a ti partiyekê nîne û kes nikare xwe bike xwediyê wê.

Îro Duşema 10ê Tîrmeha 2017ê, merasîma çilrojiya koça dawiya Sekreterê Berê yê Partiya Komonîst a Iraqê, Ezîz Mihemed li Hewlêrê hat sazkirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tê de amade bû û gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa referanduma bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û ragihand, “referandum a hemûyan e û ya partiyek bi tenê nîne, ji ber wê jî dive hemû alî ji bo serkevtina wê proseyê kar bikin û bi ‘Erê’ deng bidin serxwebûna Kurdistanê.”
Serokwezîr Barzanî got: “Di referandumê de aliyê binketî û serkevtî nîne, yan em hemû serdikevin, yan jî berovajî (dibe). Serkeftina referandumê serkeftina me hemûyan e. Referandum ne ya partiyekê bi tenê ye, ya hemû gelê Kurdistanê ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, ku referandum derfet e bow ê çendê ku gelê Kurdistanê bi çêweyeke şaristanî û aştiyane û dûr ji tundûtîjî dengê xwe bo serxwebûnê bigihîne cîhanê, da ku ji hemû cîhanê re bibêje, ku naxwaze xelkek din biryarê li ser çarenivîsa wê bide.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, divê referandum bibe xala li hev komkirinê ne ji hev belavbûna nav mala Kurdistanê, bo wê yekê jî daxwaz ji medyayan kir, ku rolek erênî bibînin û xelkê ji referandumê dilsar nekin.