Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda referandumê bi vexwendineke fermî diçe Broksil

 

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîteya Bilind a Referandumê dibêje serdana şanda referandumê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Broksilê li ser vexwendineke fermî ye û di dema bê de dê pêngavên referandumê zêdetir bibin.

Endamê Komîteya Referandumê Sadiq Cebar ji malpera KDP.info re ragihand: “Komîteya referandumê dest bi karê xwe kiriye û dê şandên wê biçin Bexda û Ewropa û welatên Erebî. Îro jî şanda referandumê bi serokatiya Serok Barzanî diçe Broksilê ji bo zelalkirina referandumê ku mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye û dê li wir piştevaniyê jî bixwaze.”

Cebar wiha got: “Vexwendineke fermî ji Yekîtiya Ewropa hebû û ji Serok Barzanî û şanda referandumê re hatibû. Ji ber ku Barzanî bi xwe serperiştiya wê komîteyê dike dê ew jî ligel şandê be. Herwiha tê çaverêkirin ku di wê serdanê de gelek tişt bên gotûbêjkirin, ku divê ew rêzê li îradeya gelê Kurdistanê bigrin. Têgehiştina wan jî ji vê pirsê re heye û tê çaverêkirin ku encamên wê yên baş hebin.”