Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Referandum dê îradeya gelê Kurdistanê ser bixe

 

Şaxewan Xalid


Pirsa serxwebûnê bo gelê Kurdistanê di nava Rojhilata Navîn de yek ji mijarên herî girîng e, ji ber ku Kurd yek ji neteweyên herî dêrîn yên navçeyê ye, ku heta niha bê dewleteke serbixwe ye.
Hemû neteweyên vê navçeyê xwedî dewlet in, lê Kurdistan li gorî rêkeftinên navdewletî û berjewendiyên welatên mezin hatiye parvekirin li ser neteweyên mîna Ereb û Faris û Turk. Di raperîna 1991ê de û herwiha piştî rûxana rêjîma Beisê li Iraqê sala 2003ê, derfeta serxwebûnê ji Başûrê Kurdistanê re hatin, lê nikarîn sûdê ji wan derfetan bibînin.


Astengiyên li pêşiya serxwebûnê


Helbet riya serxwebûnê nehêsan e û gelek astengî li pêşiya wê hene, wek astengiyên navçeyê û yên navxwe û yên navdewletî jî. Lê astengiyên herî cihê metirsiyê ne, astengiyên navxweyî ne, ew jî wek em dibînin çawa yekdengiyek di navbera aliyên siyasî de li ser pirsa referandumê û serxwebûna Kurdistanê tune ye. Niha mezintirîn berpirsyaretiya dîrokî dikeve ser milê aliyên siyasî, ji ber ku dîrok me nastirîne. Ev astengiya navxweyî, pirsgirêkeke mezin e ji pirsa serxwebûnê re.


Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye


Niha her kes dipirse, gelo Amerîka rêgir e li pêşiya serxwebûna Kurdistanê?. Wek em dizanin Amerîka di dema serokatiya Obama de ti gavê negot ku ew li dijî îradeya gelê Kurdistanê ne. Niha siyaseta îdareya Trump ji ya Obama cuda ye û îdareya wî baş nêzîkî Kurdan e û ew dijayetiya serxwebûna Kurdistanê nakin. Wek me dît jî çawa şêwirmendê Trump General Flên tekez kir ku pêwîst e Kurdistan bighê serxwebûna xwe.


Serxwebûna Kurdistanê dê aramiya navçeyê biparêze


Di bersiva wan kes û aliyan de ku dibêjin, serxwebûna Kurdistanê dê bibe sedema nearamiya navçeyê, em dibîmin ku beruvajî, dê bibe sedema aramî û parastiya asayişa navçeyê. Kurdistan her li dijî terorê bûye û şerê wê kiriye. Herwiha her daxwaz û karê wê ji bo pêkvejiyana hemû pêkhateyên neteweyî û olî bûye. Lewma jî heta bi Tirkiye û Îran jî gihîştine wê baweriyê ku Kurdistan dewlet be ji bo aramiya navçeyê, baştir e.


Niha baştirîn derfet e ji bo serxwebûnê


Niha baştirîn derfet e ji bo ragihandina serxwebûnê û ti demek wek niha guncayî jê re nebûye. Tenê pêdvî bi îradeyeke bihêz heye. Niha baştirîn kar, hilweşandina dewleta Iraqê ye ji bo 3 perçeyan e. Iraq dê her perçe bibe, bila îro be û ne sibe.


Pêşmerge fakterên serxwebûnê ne


Divê em baş zanibin ku Hêzên Pêşmerge baştirîn fakter in ji bo serxwebûna Kurdistanê û dê li ser destê Pêşmerge Kurdistan bibe dewlet. Ji ber ku niha Pêşmerge li ser asta navçeyê û cîhanê jî xwedî rol û navekî mezin in.


Gelê Kurdistanê ji dewletdariyê re amade ye


Ji mafê gelê Kurdistanê ye ku bibe xwedî dewleteke serbixwe û hemû taybetmendiyên dewletbûnê jî tê de hene. Herwiha ji aliyê aborî jî xwedî hêzeke mezin e û dewleta Kurdistan daxwaza alîkariyên darayî ji ti welatekî nake. Gelê Kurdistanê ji dewletdariyê re amade ye.


Referandum xwesteka gelê Kurdistanê ye


Diyarkirina roja 25 meha Îlonê bo lidarxistina referandumê, rojeke dîrokî ye û bêguman dê gelê Kurdistanê deng bide cudabûn û serxwebûna Kurdistanê, ku ew roj daxwaz û xwesteka gelê Kurdistanê ye ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe. Lewma jî pêwîst e em hemû lê xwedî derkevin û tê de beşdar bibin û bêjin Erê ji Kurdistaneke serbixwe re û na ji bindestiyê re