Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlemanterê PDKê: Bexda bi dorpêça aborî jî nikarî rê li referandumê bigre

Hewlêr-KDP.info- Parlemanterê PDKê li Bexdayê Serhan Silêvaneyî dibêje, Bexda bi dorpêça aborî li ser Herêma Kurdistanê nikarî rê li referanduma Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê, bigre.

Pisporê Aborî û Endamê Komîteya Darayî ya Parlemantoya Iraqê Serhan Silêvaneyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema Hikûmeta Iraqê para Kurdistanê ji budceyê qut kir, dîsa jî aboriya Herêma Kurdistanê geş bû û sal bi sal pêngavên baş avêt ber bi aboriyeke serbixwe ve. Lewma jî Hikûmeta Iraqê hewl da rê li wê geşekirinê bigre û xwest aboriya Kurdistanê biroxîne, ji ber ku dizanîn eger aboriya Kurdistanê pêş bikeve dê serxwebûna xwe rabighîne. Di dawiyê de ew hewlên wan ser negirtin û nikarîn bi wê dorpêça xwe jî rê li pêşiya referandumê bigrin.”
Silêvaneyî wiha got: “Hikûmeta Kurdistanê bi riya danîna çend pilanan û bi alîkariya xelkê Kurdistanê kariye rûbirûyê dorpêça aborî ya Bexdayê bibe û ev 4 sal e ku li ber xwe dide û pêş dikeve û êdî ji serkeftina mezin nêzîk dibe.”