Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Cejna malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz be

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya cejna Remezanê peyamek belav kir, di peyama xwe de cejna misilmanên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha ye: “Bi navê xwedayê mezin û dilovan Ji bo hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê bi taybetî û cîhan bi giştî dikim.
Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîdan û pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û herwiha hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta meha pîroz a Remezanê li hemû misilmanan qebûl kiribe û pişt û penaya Pêşmergeyên me yên qehreman bê û gelê me jî bigihe hêviya xwe ya dîrokî û dawî bi hemû nexweşiyan bê.

Mesûd Barzanî
29ê Remezana 1438an Koçî
24ê Hezîrana 2017an Zayînî