Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Bila cejin bibe sedema aştî û yekrêziyê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo pîrozbahiya cejna Remezanê peyamek belav kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye, ku hêvîdar in ev cejn, çawa ku di jiyana olî û civakî de cejna aşitî û pêkvejiyanê ye, di hemû warên din de jî bibe rêxweşker û hilgira aşitî, biratî û yekrêzî û karê bi hev re ji bona derbaskirina krîzan û çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya wiha ye: “Em cejna Remezanê di destpêkê de li malbatên serbilind ên şehîdên nemir ên Kurdistanê û pêşmergeyê mêrxas û canfîda û li hemû xwişk û birayên misilmanên Kurdistan û temama cîhanê pîroz dikin û cejneke şad û bihênvedaneke aram ji hemûyan re dixwaz in.

Di vê cejnê de, em bi qedir û rûmeteke mezin yada ezîzan, ew şehîdên nemir dikin û ser û bejna xwe li hember wan diçemînin yên ku bi mêrane can û xûna xwe ya paqij bi Kurdistan û parastina gelê me bexişî da ku Kurdistan di nava aramiyê de bijî û bi xêra wan mêrxas û qurbanîdana wan em ber bi paşerojeke geştir gavan biavêjin.

Em, hêvîdar in ev cejn, ka çawa di jiyana olî û civakî de cejna aşitî û pêkvejiyanê ye, di hemû warên din de jî bibe rêxweşker û hilgira aşitî, biratî û yekrêzî û karê bi hev re ji bona derbaskirina krîzan û çareserkirina hemû pirsgirêkan û em hemû cejn û bîranînên xwe yên bên di rewşeke baştir û di Kurdistanekê de bikin ku temama mafên rewayên gelê Kurdistanê tê de bi cî hatibin.

Careke din cejn li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xweşî be, her di nav xweşiyan de bin

Nêçîrvan Barzanî

Serowkezîrê Herêma Kurdistanê

24.06.2017”