Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî bo gelê Kurdistanê: Xebatê ji bo serxistina referanduma serxwebûnê bikin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Remezanê li Kurdistaniyan pîroz kir û daxwaz ji her kes û aliyekî kir bo serxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê xebat bikin.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye: “Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Bi minasebeta cejna Remezana pîroz, ez pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kesûkarên serfiraz yên şehîd, pêşmergeyên qehreman, karmendên Encumena Asayişê, dezgehên ewlekarî û polîs û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.
Ez daxwaz ji Xwedayê mezin dikim ku ibadetên misilmanan di meha Remezana pîroz de qebûl bike û canê tevahiya wan pêşmergeyên qehreman biparêze ku di eniyên berevanîkirin û parastina Kurdistanê de ne û şehîdên me jî bi cenneta xwe şad bike û birîndaran jî şîfa bide.
Her bi vê minasebeta han hêvî dikim ku tevahiya aliyan, bo serxistina piroseya refranduma serxwebûna Kurdistanê, ku biryar e di roja 25ê Îlona sala 2017 de bo diyarkirina çarenivîsa nîştiman û gelê me li seranserî Kurdistanê bê kirin, hevkar û alîkar bin.
Weke çawe di demên derbasbûyî de bi berxwedan û lehengî li hember tevahiya siyasetên înkarkirinê, jinavbirin û derkirinê rawestiyane, niha jî bi dengê “erê” di erka han ya pîroz de beşdar bin da ku bihevre welatekî demokratîk û pêşketî damezirînin û modeleke cuda pêşkêşî deverê bikin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê
Birayê we
Mesrûr Barzanî
24/6/2017”