Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo YE: Referendum xwestek û îradeya gelê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Yekîtiya Ewropayê re got, pirsa referendumê xwestek û îradeya gelê Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 22.06.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel şandeyeke Yekîtiya Ewropayê (YE) ku ji hijmareke balyoz û konsulên welatên YE yên li Îraq û Herêma Kurdistanê pêkhatibû civiya.

Şandeya navborî bi seroaktiya Patrik Simoneth Balyozê YE li Îraqê bû û di civînê de qurbanîdana xelk û pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de bilind hat nirxandin û tekîd li ser zêdetir hevkarî û hevahengiya nevbera Hewlêr û Bexdayê ji bona rûbirûbûna terorê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê hat kirin.

Şandeya Yekîtiya Ewropayê hêvî xwest ku di vê demê de şerê dijî terorê karê pêşîneyê hemû aliyan be û bi alîkariya dostan, danûstandin û diyalog di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi cidî dest pê bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Yekîtiya Ewropayê ku di şerê dijî çekdarên DAIŞê de bi Herêma Kurdistanê re kiriye kir, dîtin û helwesta şandeya mêvan bilind nirxad, tekîd li ser berdewamiya civînan di navbera her du aliyan de kir û Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser paşeroja têkeliyên xwe û pêkvejiyanê û çareserkirina pirsgirêkan, bi cidî diyalogê bikin.

Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Yekîtiya Ewropayê re daxuyakirin ku, pirsa referendumê xwestek û îradeya gelê Kurdistanê ye ku paşeroja xwe destnîşan bike.

Serokwezîr herwiha da zanîn helwesta Herêma Kurdistanê li ser şerê dijî DAIŞê helwesteke sabit e û nehatiye guhertin û karê pêşîneyê Herêma Kurdistanê şerê dijî terorê ye.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên navxweyî xebatên cidî hene.