Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Elî Ewnî: Iraq tenê dikare hêvî bike ku em bibin 2 cîranên baş..Em ji biryara xwe venagerin

 

Hewlêr-KDP.info- Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî dibêje, divê berpirsên Iraqê rêzê li îradeya gelê Kurd bigrin û ew tenê dikarin hêvî bikin ku em û wan bibin 2 cîranên baş.

Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Başûrê Kurdistanê bê îradeya xwe ket ser Iraqê. Em xwedî azmûneke 100 salî ji feşelê ne ligel Iraqê. Me ji ber dewleta Iraqê ziyaneke gelek mezin dîtiye, ji ber ku xwe bi zorê li ser me feriz kirine.”

Ewnî wiha got: “Başûrê Kurdistanê niha rêyeke pir nerm û aştiyane û demokrasî daye pêşiya xwe, ku referandumê bike ji bo serxwebûnê. Ev maf di destûra Iraqê de jî hatiye û yasayên navdewletî û yên Neteweyên Yekbûyî jî vî mafî dide me ku em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Ewnî wiha domand: “Divê berpirsên Iraqê rêzê li îradeya gelê Kurd bigrin û ew tenê dikarin hêvî bikin ku em û wan bibin 2 cîranên baş. Lê eger ew bêjin na jî, êdî me biryara xwe daye û bi ti awayekî em jê venagerin.”