Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hacî Mehmûd: Em niha bihêz in..Xebat û qurbaniyên me ji bo serxwebûnê bûn

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist Semokrata Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd amaje bi giringiya referanduma Kurdistanê dike û dibêje, divê gelê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ji ber ku di dîroka gelê Kurd de ti gavê wek niha Kurd bihêz nebûne.

Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist Semokrata Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ez ligel lidarxistina referandumê me di dema xwe de. Xebat û qurbaniyên me ji bo rojeke wek îro bûn. Referandum pirseke niştimanî û neteweyî ye û divê em zû bikin.”

Mehmûd wiha got: “Divê êdî gelê Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û ev referandum ji bo wê yekê. Lewma jî divê rêkeftineke Kurdistanî bê kirin û em xwe ji referandumê re amade bikin. Referandum netenê pirseke siyasî ye, lê belê pirseke civakî û ferhengî û aborî ye jî.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist Semokrata Kurdistanê derbarê helwesta welatan li ser referandumê, ragihand: “Nabe em li hêviya welatan bin ku ew serxwebûnê pêşkêşî me bikin. Divê em serxwebûna Kurdistanê bikin dîfakto û rastiyek. Em niha ji herdemê zêdetir bihêz in û divê em vê derfetê ji destê xwe nebin.”