Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Doskî: Niha dem dema referanduma serxwebûnê ye..Erkek neteweyî ye

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Dr. Dîndar Doskî dibêje, niha derfeteke pir baş ji Başûrê Kurdistanê re hatiye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ji ber ku niha Kurd li ser asta cîhanê xwedî pêgeheke pir bihêz in.

Dr. Dîndar Doskî ji malpera KDP.info re ragihand: “Referandum piroseyeke niştimanî û neteweyî ye û derfetek ji bo gelê Kurdistanê heye û baş e ku bi riya referandumê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, lewma jî pêwîst e hemû alî piştgiriyê lê bikin.”

Doskî wiha got: “Niha dem dema referanduma serxwebûna Kurdistanê ye, ji ber ku niha Kurd li ser asta cîhanê xwedî pêgeheke pir bihêz in. Herwiha berê ew welatên ku dijayetiya Kurdan dikirin, niha bi xwe û bi alozî û kirîzên xwe daketine, lewma jî ez dibînim niha baştirîn dem e ji bo referandumê.”

Dr. Dîndar Doskî wiha domand: “Yasayên navdewletî mafê didin Kurdistanê ku referandumê bike, lewma jî pêwîst e em zêdetir paş nexin. Herwiha pêwîst e hinek alî dest ji berjewendiyên xwe berdin û piştgiriyê li referandumê bikin ji ber ku ev proseyeke niştimanî û neteweyî ye. Xelkê Kurdistanê jî pir hişyar in û dê hemû jî bên “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re.”