Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Suneyên Iraqê: Veger ji biryara Referandumê tune ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku biryara referanduma gelê Kurdistanê biryareke ku veger jê tune ye.

Îro Duşema 19.06.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek parlementer û nûnerên kutleyên siyasiyên li nav Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.

Di hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Dr. Roj Nurî Şaweys û Azad Berwarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî û emniya Iraqê û şerê azadkirina Musil û qonaxa piştî DAIŞê û rewşa navçeyên azadkirî û rewşa koçberan guftûgokirin, her wiha ronahî xistin li ser hevkêşe siyasiyên navxweya Iraqê û hilbijartinên pêş yên Parlemena Iraqê.

Di beşekî dinê civînê de referandûm û paşaroja Kurdistanê û dewleta Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser sedemên binpêkirina destûr û şeraket û tewafuq li Iraqê balkişand li ser wê yekê ku biryare referandûma gelê Kurdistanê biryarekî bê vegerane û tekez jî li wê yekê kir ku Kurdistan dûrî tundiyê û bi sûdwergirtina li amrazên aştiyane û guftûgoyê û hevdû têgihîştina li gel aliyên Iraqiyan kar ji bo bi cîhkirina mafên wê dike.