Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Ebadî: Referandum mafê Kurdistanê ye..Referandum ji bo serxwebûnê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku wî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re gotiye, referandum mafekî yasayî yê gelê Herêma Kurdistanê ye, piştî referandumê jî ew dixwazin bi awayekî aştiyane li ser encamên wê danûstandinan bikin.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ji kovara Foreign Policy ya amerîkî re got: “Referanduma Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê ye, dê gel biryara xwe ya di vê mijarê de bide.”
Mesûd Barzanî herwiha diyar kir, ku wî berî agahî dane Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û behsa giştpirsiyê kiriye û got: “Referanduma ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê tiştekî normal e, mafekî yasayî ye. lewma me divê piştî encamdana vê proseyê bi awayekî aştiyane, bi rêya diyalogê ligel Bexdayê danûstandinan bikin.”
Derbarê nêrînên cuda yên li ser referandûmê de Serok Barzanî da xuyakirin: “Mijara referandumê bi çarenivîsa hemû gelê Herêma Kurdistanê ve pêwendîdar e. Lewma ji partî û nakokiyên siyasî mezintit e. Niha piraniya gelê Kurdistanê piştgiriyê didin giştpirsiyê.”
Di hevpeyvînê de Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike, ku giştpirsî ji bo serxwebûnê ye û di danûstandinan de jî dest ji vê daxwaza gelê Kurdistanê bernadin û got: “Ji ber vê yekê pêwîst e encamên referandumê werin cîbicîkirin.”
Li ser pirsa, “Çima niha dema giştpirsiyê ye?” Serok Barzanî destnîşan kir: “Beriya niha jî çendîn caran me xwest em referandumê bikin. Lê rewş ne guncayî bû. Lê eger em zêdetir vê mijarê paşve bixin, ev yek di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de nabe. Herwiha dê bandoreke xerab li çarenivîsa gel bike. Lewma niha dem dema herî baş e ji bo referandumê.”
Derbarê nakokiyên nav xwe yên Herêma Kurdistanê û dema referandumê de Serok Barzanî ji kovara amerîkî re got: “Nabe em li hêviyê bimînin ku hemû pirsgirêk çareser bibin. Dema welatên din jî ev gav avêtin pirsgirêkên wan ên navxwe hebûn. Ji ber hindê jî nabe em referandumê paşvebixin. Ji ber ku mijar ji van pirsgirêkan mezintir e.
Serok Barzanî destnîşan kir, ku yekem car dê referandum were kirin û paşî pirgirêkên navxwe werin gotûbêjkirin.
Di bersiva pirsekê ya welatên cîran dikarin Kurdistana serbixwe bixin tengavî û dorpêçê de jî Serok Barzanî ragihand ku ‘’Birçîbûn baştir e ji mirina di bin zulim û zordariyê de. Wê demê cîhan dê ji kurdan serbilind be ku gelê me ji birsiyan kuşt, ji ber dixwastin bi rêyên demokratîk ve çarenivîsa xwe diyar bikin.”

Derbarê belayên di çarçoveya Iraqê de hatî serê kurdan de jî Serok Barzanî got: ‘’Helmeta enfal, kîmyabaran, wêrankirina gundan, jenosoid û gorên komî ewane bûne beşa kurd.’’ Derbarê beşa kurd a piştî têkçûna rejîma Baas jî de serokê Herêma Kurdistanê teqez kir, birîna budceya Kurdistanê ji aliyê Bexda û binpêkirina mafên destûrî yên kurd, bûye beşa kurd a piştî proseya azadiya Iraqê.’’