Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Partiyeke Iraqê: Em piştgiriyê li referanduma Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Kongreya Niştimanî ya Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan piştgiriya xwe ji bo referanduma Kurdistanê ragihand.

Îro 14-6-2017 li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke kongreya nîştimaniya Îraqê bi Serokatiya Sekreterê giştî yê vê kongreyê Aras Hebîb Kerîm kir.

Di civîna han de Serok Barzanî eşkere kir ku gelê Kurdistanê tevahiya rêyan bo hevkarî û bihevrejiyanê di çarçoveya Iraqê de cerbandiye lêbelê hertim bi înkar û tepeser kirinê bersifa gelê Kurdistanê hatiye dayîn.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku niha gelê Kurdistanê dixwaze nêrîna xwe ji raya giştî ya cîhanê re bibêje û bi rêya aştî û diyalog û jihev fêm kirinê daxwaza mafên xwe bike.

Di civînê de şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya lihember hevdîtina xwe li gel Serok Barzanî diyar kir û piştgîriya xwe jî bo mafên reva yên gelê Kurdistanê bi taybetî mafa diyar kirina çarenivîs û pêk anîna refrandûmê bo serxwebûna Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku bo ser xistina prosesa han amadene her cure piştgîrî û hevkariyek pêşkêş bikin.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa siyasî ya pêeroja Îraqê, hilbijartin, metirsiya nemana tewafoq û hevbeşî û herwiha ew metirsiyên ku di pêşerojê de vê rastî Îraqê werin hate kirin