Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdên Cihû piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Kurdên Cihû li Kurdistanê û derve di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe bo encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê derbirîn û ragihandin: “Piştî 100 salî ji bindestiyê, derfet hatiye ku Kurd bibin xwediyê dewleta serbixwe, ji ber wê pêwîst e em hemû dengê belê bo serxwebûna Kurdistanê bidin.

Di daxuyaniya Kurdên Cihû li Kurdistanê û derve de hatiye: “Piştî 10 salî ji bindestî, zilm û zorê ji aliyê rêjîm û hikûmetên ku Kurdistan perçe kiribûn, ku bi dehan hezar qurbanî dan, ji bilî jenosida ku bi dirêjahiya sed salan li dijî gelên Kurdistanê û pêkhateyan bûne, îro gelên Kurdistanê daxwaza wan ew e ku careke din hikmê zordarî û dîktatorî venegere, ji ber wê mafê rewa û durist yê hemû gelên Kurdistanê ye, ku deng bidin serxwebûna Kurdistanê.”

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye, “Em Kurdên Cihû li Kurdistanê û derve û Îsraîlê piştevaniya referandûma bo serxwebûnê dikin. Kurdistan xaka medya û xaka pêxemberên me Nahom û Danyal e. Ji ber ku ola me ji me re dibêje: Heger asmana te ne milkê te be, ol, vîn û zeman jî nabe ya te. Ji bo ku bi vîna serxwebûna xwe destên xwe berve asman dirêj bikin, pêwîst e bi yek deng û yek helwest bin di milkdariya xak, av, dahat û asmana me de, di çarçova Kurdistaneke serbixwe de.”

Kurdê Cihû di daxuyaniya xwe de dibêjin, “Em bi navê hemû Kurdên Cihû li Kurdistan û li derve bang li gelên azad û olên resen ên Mezopotamyayê dikin, banga kesayetiyan û xwedî pêgeh û payan dikin, banga hemû aliyên siyasî û civakî dikin, em hemû bi hev re dengê (Belê) bo serxwebûna Kurdistanê bidin, bo ragirtina malwêranî, komkujî, paktawiya regezî, dagîrkarî, şêwandina şaristaniyet û dîrokê û hebûna me, bo neviyên me bikarin di welatekî aştî û amadar de xizmeta zêdetir ji mirov û mirovatiyê re bikin.”