Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDKê referandum û çalakirina Parlemantoya Kurdistanê nirxand

 

Hewlêr-KDP.info- Bi Serokatiya Serok Barzanî civîna berfire ya Civata Serokatiya PDKê hate lidarxistin û tê de mijarên referanduma Kurdistanê û çalakirina Parlemantoya Kurdistanê hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku di civînê de behsa çend mijarên girîng hatiye kirin û biryaraên pêwîst jî hatine derkirin.
-Mijara refrandumê; Piştî amadekirina derfetên pêwîst bo amadekarî weke pêngaveke yasayî û wergirtina meşrûyet ji gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî û siyasî, di civîna roja 7.6.2017 ya bi Serokatiya birêz Serok Barzanî biryar hate dayîn daku di roja 25ê Eylûlê de refrandûma serxwebûnê were pêkanîn, ew biryara han weke serkeftina xwestek û îradeya gelê Kurdistanê hatiye bilêvkirin û bi vê rengî jî xweziya şehîdên qehreman û pêşmergeyên serfiraz tê bidestxistin.
-Hilbijartinên Kurdistanê; Gelek girîngî ji vê babeta han re hatiye dayîn û em weke PDKê daxwaza hilbijartinan di dema qanûnî de dikin û bo vê yekê jî hewlên xwe bitevger dikin daku amadekariyên pêwîst ji bo vê prosesa han werin kirin.
-Çalakirina Parlementoyê; Giftûgo derbarê vê mijarê de hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime ektîf kirin bi awayek be ku bo çareser kirina kêşeyan hevkar be û bibe sedema zêdetir lihev nêzbûn û çê bûna yekdengî û yekrêziya nav mala Kurdistanî û herwiha hevkarê prosesa refrandûmê weke pirseke girîng ya netewî be.
Civata Serokatiya PDKê
11.6.2017