Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Helwesta welatan li ser referandumê, netund e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, ku daxwaza gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zelal e. Barzanî li ser helwesta dewletan a derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de jî ragihand: “Helwesta welatan asayî ye û tund nîne.”

Piştî bi dawî hatina civîna îro ya Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re axivî.

Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsyareke Rûdawê ya derbarê berteka welatan li ser biryara partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo sazdana referandumê li Başûrê Kurdistanê de ragihand: “Helwesta welatan asayî ye û tund nîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê armanca referandumê de jî axivî û destnîşan kir: “Xwasteka me zelel e ku çî ye û wê yekê pêwendî bi hemû gelê Kurdistanê ve heye. Armanca me ji wê referandumê ev e ku hemû cîhan têbigihe ku xwastek û daxwaza gelê me çî ye. Ez di vê baweriyê de me, ewa ku heta niha jî hatiye kiriye ji aliyê welatan ve, tiştekî asayî ye û bertekek mezin nîne.”