Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Laleş: Em bi hemû hêza xwe li pişta referandumê ne..Emê biryarê li çarenivîsa xwe bidin

Laleş-KDP.info- Desteya Bilind a Bingeha Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş ragihand ku referanduma Kurdistanê ji bo serxwebûnê, pêngaveke azayane bûye, lewma jî ew bi hemû hêza xwe pişta vê wê digrin û kar ji bo serxistina wê dikin.

Di daxuyaniyekê de Bingeha Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş ragihand: “Piştî van hemû qurbaniyên ku gelê me dane, niha em nêzîkî azadiya yekcarî bûne, lewma jî em bi giringiyeke mezin berê xwe didin pêngavên serkirdatiya Kurdistanê ber bi referandumê ji bo diyarkirina çarenivîsa Kurdistanê. Herwiha tevî hemû astengiyan jî em hest dikin ku tiştek nabe rêgir li pêşiya xwestek û azadiya gelê me. 25 Îlonê, ew roj e ku bi dehên salan e em çaverê bûn ku ji bi zilm û neheqiyê rizgar bibin.”

Laleş wiha domand: “Em wek Kurdên Êzdî ku em birîndar in û piraniya navçeyên me ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, em bi temamî û bi hemû hêza xwe em kar ji bo piştevanîkirina referandumê û serxistina wê dikin û em dixwazin hemû xelkê Kurdistanê bêjin “Erê” bo serxwebûna Kurdistanê. Ji xwe jî Serok Barzanî gelek caran tekez kiriye ku biryara çarenivîsa Kurdên Êzdî dê di destê wan de be û niha dê ev yek pêk were û pêwîst e em bi awayekî jîrane em ligel vê pirsa çarenivîsaz de kar bikin.”