Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“3 komîte dê peyama referandumê bighînin Bexda û welatên erebî û ewropî”

 

Hewlêr-KDP.info- Di civîna îro ya Serok Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo diyarkirina roja referandumê, Encumena Bilind a Referandumê jî pêk hat û di nava wê encumenê de dê 3 komîte pêk bên û peyma referandumê bighîmin Bexda û welatên erebî û welatên Ewropî.

Serokê Partiya Geşepêdanê ya Turkmanî Mihemed Seidedîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna îro de roja 25.9.2017 wek roja referanduma Kurdistanê hat diyarkirin ûherwiha di civînê de jî Encumena Bilind a Referandumê hat pêkanîn û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî wek serokê wê encumenê hat diyarkirin, ku sekreterêm partiyên siyasî dê di encumenê de endam bin.”

Li gorî Mihemed Seidedîn, “Dê di wê encumenê de 3 komîte pêk werin. Dê yek serdana Bexdayê bike bo razîkirina wê û dê komîteyek jî serdana welatên erebî û îslamî û yek jî serdana welatên ewropî bike ji bo ku peyama Başûrê Kurdistanê bighînin cîhanê û piştgiriyê ji bo Kurdistanê bidest bixin.”

Ji aliyê xwe ve, Nûnera Xristiyanan di Parlemantoya Kurdistanê de, Wehîde Yaqo Hirmiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Encumena Referandumê dê komîteyekê bişîne cem aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî, ji bo ku kirîza siyasî û darayî çareser bibe, herwiha ji bo yekdengiyek li ser referandumê hebe.”