Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Siyaseta dûrxistina Kurdên Êzdî ji resenayetiya wan

 

Kerîm Qadir

Kurd dibêjin: “Teyir ji ref derket, ya gur dixwe ya li ber avê diçe”. Ev gotin tam li wan Êzdiyan tê, yên ku ji kurdbûna xwe bêrî kirine.

Beşek ji wê hêza Heşda Şeibî ya ku hatiye devera Şingalê, ji Erebên herdu eşîrên Mitêwit û Cihêş û ji wan Kurdên Êzdî yên ku xwe wek Ereb dibînin, pêk tê.

Gerek herkes zanibe ku destê wan herdu eşîrên Erebî di komkujiya Şingalê û di revandina jin û zarokên Êzdiyan de hebû û roleke pir mezin û xerab dîtin.

Tevî ku Êzdî wê rastiyê dizanin, lê beşek ji wan çûne û ligel wan ketine nava rêxistina bi navê Heşda Şeibî. Ev yek jî pilaneke din a mezhebgerên di nava Hikûmeta Iraqê û Îran û PKKê ye ji bo ku Êzdiyan bo nexşeya xwe ya siyasî û leşkerî bikar bînin.

Yên ku di nava vê pilanê de ziyanê dibînin, tenê Êzdî ne. Ezê ji we re vê yekê bi mînakekê zelal bikim. Ehmedê Caso ku yek ji kesayetiyên gundê Koco bû û di komkujiya Şingalê de ew jî tê de çûn. Caso, dema ku metirsiya DAIŞê nêzîkê gundê wan dibû, rolek mezin dît ji bo ku Êzdî xwe ji wê pilana amadekirî, rizgar nekin. Ji ber ku Caso ji xelkê re digot: “Em nekurd in. DAIŞ tenê hatiye Kurdan, nehatiye me. Ev pilana Mesûd Barzanî ye ku dixwaze me ji malê me bar bike û me jihev dûr bike û piştre bi neçarî em bibin Kurd. Ti metirsî li ser Êzdiyan tune ye. Ev êriş tenê şerê DAIŞ û Kurdan e, ne şerê Êzdiyan û DAIŞ û Ereban e. Min soza parastinê ji eşîrên Mitêwit û Cihêş û ji kesayetiyên wan stendiye. Ew êrişî me nakin.”

Piştî van gotinan û derbasbûna 3 rojan, êdî hêdî hêdî ew kesên ku xwe rizgar kiribûn, dîsa vegeriyan nava gundê Koco û komelgehên din. Lê mixabin DAIŞ hemû girtin û komkujî derheqê wan de kir. Ehmedê Caso bi xwe jî di nava wan de bû û ligel hemû malbata xwe hatin kuştin.

Beriya êriya DAIŞê li ser Şingalê bi çend rojan, ew hêzên ku îro dixwazin xwe bikin xwediyê deverê, li aliyê Rojava li hemberî Sinûnê ji çeperên xwe reviyan û bi vê yekê rê ji DAIŞê re vebû ku ji wî alî ve jî êriş bike.

Serok Barzanî piştî hevdîtina xwe ya ligel birayên Êzdî, soza rizgarkirina Şingalê da wan û di nava 100 rojî de jî ew yek bicîh anî. Jibilî wê jî eger berê Şingal giravek heta radeyekê dûrketî bû, niha êdî bi xwîna 500 Pêşmerge hem Şingal azad e û hem jî 3 rê diçin ser Çiyayê Şingalê. Herwiha hejmarek mezin ji keç û jinên Êzdî bi alîkariya dezgehên Hikûmeta Kurdistanê hatine rzgarkirin û hewlên rizgarkirina yên mayî jî berdewam in. Li hember vê yekê de jî ew kesên xwe tenê diaxivin, yek kar nekirine û tenê barê Êzdiyan girantir kirine.

Em dikarin bêjin ku her kesek xwe ji nasnameya xwe ya neteweyî û niştimanî bêrî bike, nikare bergiriyê li xwe jî bike û ew sozên derew yên ku dabûn Ehmed Caso belgeyên zindî ne ji vê gotinê re, ku nabe piştî jinavbirina wê pilana dijminan bi xwîna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, nabe Êzdî wisa bi hêsanî baweriyê bi wan hêzên li sînorê Şingalê bikin, ji ber ku armanca wan dûrxistina Êzdiyan e ji resenatiya wan û herwiha dixwazin nexşeyên xwe yên siyasî û serbazî li ser pişta Êzdiyan cîbicî bikin.