Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Pêşmerge: Em bi şûrê kesî şer nakin..Em teidayê ji kesî qebûl nakin

 

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge di berisva fermandarekî çekdarên Esayib Ehil Heq ya di nava Heşda Şeibî de radgehîne, ew amade ne bersiva her gefekê bidin, heger ji çi aliyekî be.


Di daxuyaniya Berdevkê Wezareta Pêşmerge de hatiye, di hin rojên bihorî de daxuyanyek li ser navê fermandarekî çekdarên Esayib Ehil Heq ya nava Heşda Şeibî belav bûye, ew daxuyanî awayê wê dijminkarane ye û bê bingeh in li dijî Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge. Herwiha bihna gef û fitne û şerfiroşiyê jê tê, ku dibe ev gef temamkirina gef û gotinên ne di cihê xwe de yên Malîkî ne yên li dijî Herêma Kurdistanê.
Wezareta Pêşmerge diyar dike ku, rojane daxuyaniyên dijminkarane û bi vî awayî li dijî Pêşmerge û Kurdistanê tên bîhistin, pirs ew e heya kengî ferhenga gefan û qirkirina gelê Kurd wê serdest be.
Gelê Kurdistanê di şerê terorê de û li bin sîbera qurbanîdanên Pêşmerge di şerekî giran de biser ket. Bi xwîna Pêşmerge DAIŞ hate şikandin û xaka Kurdistanê ji dagîrkarên teroristan hat azadkrin. Pêşmerge bi şûrê kesî şer nake û bi dirêjahIya dîrokê xebata Pêşmerge de bêkestirîn hêz bûye û bo bergirîkirina li Kurdistanê her tim pişt bi îrade û xwîna xwe û piştgîriya gelê Kurdistanê girêda ye. Hûn, ku heger şêwirmendî û hêzên biyanî û herêmî bi we ra nebin, nikarin şerê yek grûpa DAIŞê jî bikin. Her hûn bûn we Mûsil talan kir û bi sedan kes winda kirin û rêya tehdayê girt û hemû aliyek haydarî reftarên we ye.
Li dawiya daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye, gelê Kurdistanê destdirêjî li kesî nekiriye û destdirêjiya ji ti kesî jî qebûl nake û ji bo bersivdana hemû gef û reftarên neheq yên her xelkekê din amade ye. Hêvîxwaz in ev deng nûneratiya Heşdê nekin û daxwazê ji aqilmendên Şî'e dikin  ku sînorekê bo zêdegavî û gefên van kes û grûpan danin.