Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandehiya Hêzên Pêşmerge: Ti hêz nikare têkeve nav axa Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê derbarê rola Heşda Şeibî li Şingalê û navçeyên derdorê de hişyariyek tund da Heşda Şeibî û hin ''kurdên niştimanfiroş'' û ragihand: “Ti hêzek nikare û mafê wê nîne ku bikeve nav xaka Kurdistanê û yê ku hez jî dike, bila xwe biceribîne û dê serê wan li çiyayên Kurdistanê bikeve.”

Hêzên ser bi Heşda Şeibî di çend rojên bihorî de dest bi operadyonên xwe li sînorê navçeya Şingalê kirine û heta niha çend gundên Kurdî yên taybet bi Kurdên Êzidî xistine bin kontrola xwe.

Li hember operasyonên Heşda Şeibî li Şingalê, Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê îro sêşembî 30ê Gulanê daxuyaniyek belav kir.

Di destpêka daxuyaniyê de amaje bi operasyonên Heşda Şeibî li sînorê Şingalê hatiye kirin û tê gotin: “Di wan çend rojên bihorî de gelek qise û gotegot derbarê rola Heşda Şeibî li navçeyê û derdora Şingalê di medyayan de hatiye kirin û nirxandinên cur bi cur û daxuyaniyên ne di cih de jî hatine pêşkêşkirin.

Herwiha daxuyaniyê behsa siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de kiriye û rêkevtinên di navbera Iraq, Hikûmerta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de yên ji bo destpêkirina operasyona Mûsilê bi bîr aniye û dibêje: “Me bi pêwîst zanî ku wê yekê zelal bikin, ku siyaseta Herêma Kurdistanê têkşikandina DAIŞê û ji nav birina wê bûye. Her di wê çarçoveyê de jî plana operasyona rizgarkirina Mûsilê bi rêkevtina navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Amerîkayê hat danîn û Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bi awayekê serkevtî di wê operasyonê de rola xwe dît û pabendî xalên wê rêkevtinê jî bûye.”

Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê derbarê sînorê di bin kontrola Hêza Pêşmerge de, di dema berî operasyona Mûsilê û piştî destpêkirina operasyona Mûsilê de dike û diyar dike: “Her li gorî wê rêkevtinê, mana Pêşmerge li wan cihên ku Pêşmerge bi xwîn û qurbanîdanê rizgar kiriye, li sînorê berî 17ê Cotmeha 2016ê ku roja destpêka operasyona Mûsilê ye, yekalî bûye û bi ti awayekê cihê gengeşeyê nîne. Derbarê biryara man an nemana Pêşmerge li wan deverên ku piştî wê rojê ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, pêwîst e di çarçoveya rêkevtineke nû de be, ku hemû alî li ser razî bin û ewlehiya hevwelatiyan û pêkhateyan parastî be û bi biryara aliyekê ew yek nayê kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, têkildarî operasyonên rojavayê Mûsilê û Tilefer û Şingalê, li hin cihan rêkevtinên pêştir ên navbera aliyan hatine binpêkirin.

Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê, derbarê tevgerên wan ên li sînorê Şingalê û di nava xaka Kurdistanê de hişyariyê dide hin aliyên Heşda Şeibî û hin aliyên Kurd ku bi ''niştinamfiroş'' bi nav dike û tekez dike, ku ne ji mafê ti hêzekê ye û ne jî ti hêzek dikare, ku bi zorê têkeve nav xaka Kurdistanê.

Derbarê wê yekê de, di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Derbarê operasyona rojavayê Mûsilê û Tilefer û Şingalê de, li hindek cihan rêkevtin hatine binpêkirin, li gel wê jî heta DAIŞ mabe armanca me nehiştin û ji nav birina DAIŞê ye, lê eger bi xeyala hinek kesên nav Heşdê û çend kurdên niştimanfiroş, şerê DAIŞê li wê deverê bi xirabî were bikarann ji bo diristkirina arîşeyan bo rûniştvanên navçeyê û Pêşmerge û zêdegaviyên bo ser xaka Kurdistanê, wê demê em ji hemû wan dengên nehez re radigihînin, ku ti hêzek nikare û mafê wê nîne ku bikeve nav xaka Kurdistanê û yê ku hez jî dike, bila xwe biceribîne û dê serê wan li çiyayên Kurdistanê bikeve.”

Li ser çarenivîsa Şingalê jî, di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Derbarê çarenivîsa Şingalê de jî, tenê xelkê Şingalê biryarê li ser çarenivîsa xwe didin û rê nayê dayîn, ku aliyekî din biryarê li ser wan bisepîne.”