Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK çekdarên xwe li Şingalê kom dike..Nêta wan a şer e

 

Şingal-KDP.info- Berpirsekî PDKê metirsiyên PKKê li ser Şingalê eşkere dike û dibêje, PKK ciwan û çekdarên xwe ji bajarên din ên Kurdistanê tîne Şingalê.

Wehîd Bakuzî Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Gef û metirsiya PKKê li ser Herêma Kurdistanê cidî ye, ji ber ku êdî axaftinên wan nema di çarçoveya daxuyaniyan de ne û niha behsa bijardeyên leşkerî dikin. Helbet divê hemû amadekarî hebin ji ber ku wan gotiye ku ewê şer bînin nava Başûrê Kurdistanê û di dema borî de ciwan û çekdarên xwe şandine Şingalê. Bi taybetî jî ji sînorê Silêmaniyê û êdî tevgera PKKê nexasim jî li Xanesorê gelekî zêde bûye.”

Bakuzî wiha got: “Lewma jî pêwîst e her kes zanbe ku PKK bê şer nikare li Başûrê Kurdistanê bimîne û dibe ku xwe fitne û tevliheviyan re amade bike û bi wê riyê şer derxîne. PKK çalakiyên xwe li Bakurê Kurdistanê kêm kiriye û tenê dixwaze alozî û pirsgirêkan ji Başûrê Kurdistanê re derxîne.”