Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fransa: Em piştgiriya her gavekê dikin ku, aramiyê li Kurdistanê zêde bike

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê Marc Barety kir, ku bi boneya bidawîhatina erkê wî li Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de ku konsolê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Dominique Mas amade bû, behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û beşdarîkirina Fransa di şerê li dijî teroristên DAIŞê de û hevkariya Pêşmerge hatin kirin.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Fransayê kir bo piştevanî û hevkariyan û helwesta Serokê Fransa Emmanuel Macron ya derbarê şerê DAIŞê bilind nirxand û ragihand, Fransa bi berdewamî dostê gelê Kurd bû û di demên teng de hevkarî û piştevanî kiriye. Herwiha amaje bi rol û piştevaniya Serokê Fransa yê berê François Holland kir ku di demeke teng de serdana Herêma Kurdistanê kir û hêviya dirêjkirin û bihêzkirina pêwendiyan xwast.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Fransayê li Iraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştevanê erk û karên wî bûne û tekezî li ser ferehkirina pêwendiyên dîrokî û buhayên hevbeş ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê di warên curbicur de bo berjewendiya herdu aliyan û ragihand, pêwendiyên di navbera herdu aliyan de berdewam dibin û di her pêngavekê de piştevaniyê dikin, ku geşedan û aramiya zêdetir bo gelê Kurdistanê bidest bikeve.

Di beşeke din ya hevdîtinê de guftûgo derbarê pêvajo û metirsiyên siyasî û leşkerî yên navçê û qonaxa ji piştî DAIŞê, çareseriyên aştiyane û diyalogê bo peydakirina mîkanîzmeke nû ya dariştina pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de de hate kirin, ku dibe fakterê aramiya zêdetir li navçê.