Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşem 29.05.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Marc Barety Balyozê Fransa li Iraqê û Dominique Mas Konsolê Fransa li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Fransa li Iraqê bi mebesta malavayî û bi helkefta dawî hatina erkê xwe yê li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû li gotarek de spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştevanê erk û karên wî bûne û behsa siyaseta Fransa ya li piştî hilbijartina Serokomar kir û tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Fransa li şerê dijî terorê û hemahengî û hevkariyên serbazî ya ji bo hêzên Pêşmerge de berdewam dibê. Balyozê Fransa pêzanînên xwe jî ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku li rewşeke xerab da barê giran ya hewandina koçberan jî li ser milê wê ye.

Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de Balyozê Fransa tekez li wê yekê kir ku welatê wan rêz li diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û encama wan diyalogan digre.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Fransa xwest û ronahî xiste li ser rola Fransa li şerê dijî terorê û yarmetîdana gelê Kurdistanê û ragihand ku gelê Kurdistanê serdana Serok Holland ya li îlona 2014 tu demekî ji bîr nake ku di demên teng de û di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Kurdistanê de encam da û wê serdanê bi bandor û dîrokî wesif kir.

Her li vê hevdîtinê de pêşveçûnên dawî ya meydanên şerê dijî terorîstên DAIŞê li Mûsil û cihên dinê Iraqê hate nirxandin.