Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heşda Şeibî hatiye Şingalê ji bo alîkariya rêjîma Sûriyê

 

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê berê yê Şingalê ragihand ku Heşda Şeibî hatiye Şingalê da ku bi vê riyê alîkariya rêjîma Sûriyê bikin, ji ber ku Şingal navçeyeke stratejîk e.

Kesayetiya naskirî ya Şingalê û qayimeqamê berê yê Şingalê Dexîl Qasim Hesûn ji malpera KDP.info re ragihand: “Welatên hevpeymaniyê bo rizgarkirina her navçeyekê bi hevahengî ligel Herêma Kurdistanê û Bexdayê ew kar kirine, lê hatina Heşda Şeibî rêznegirtin e li rêkeftinên leşkerî û piştguhxistina hevpeymaniya navdewletî ye. Ji ber ku biryar bû ku Hêzên Pêşmerge wan navçeyan rizgar bikin, lê Heşda Şeibî rêkeftin binpê kir.”
Hesûn wiha got: “Heşda Şeibî hatiye Şingalê ji ber ku Şingal navçeyeke stratejîk e, nexasim jî Çiyayê Şingalê, lewma jî hatine ji bo ku alîkariya rêjîma Sûriyê bikin, herwiha dixwazin pirojeya xwe ya hîlala şîî çêbikin. Eger bi serperiştiya Hevpeymaniya Navdewletî rêkeftinek neyê kirin dê Şingal rastî pirsgirêkeke mezin bibe, bi taybetî jî ji aliyê ewlehî û siyasî ve.”