Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdên Êzdî: Bila PKK û Heşda Şeibî ji navçeyên me derkevin

 

Şingal-KDP.info- Ev çend roj in ku çekdarên Heşda Şeibî ketine gundên Kurdên Êzdî û nahêlin xelk herin ser gund û malê xwe. Ji aliyekî din ve PKK jî dest tevgerê kiriye û vê yekê jî dilgiraniyeke mezin li cem Kurdên Êzdî çêkiriye û ew daxwaz dikin ku PKK û Heşda Şeibî vegerin cihê ku jê hatine.

Tehsîn Xidir, welatiyê gundê Koço ji malpera KDP.info re re ragihand: “Ev zêdetirî 2 salan e ku em koçber in û li devera Soran in û çavê me li wê yekê ye ku em vegerin ser mal û halê xwe. Em dixwazin vegerin ser gundê Koço, lê çekdarên Heşda Şeibî rê nadin me, lewma jî em daxwaz dikin ku ew çekdarên neyasayî ji navçeyên me derkevin.”
Elyas Dawûd, ku welatiyekî wê navçeyê ye, dibêje: “Em ji tirsa PKKê newêrîbûn vegerin ser navçeya xwe, niha çekdarên Heşda Şeibî jî ji me re derketine. Em dizanin ku eger em vegerin navçeyên xwe dê PKK zarokên me birevînin, lewma jî heta PKK û Heşda Şeibî li navçeyê bin em venagerin ser malên xwe.”
Welatî Lezgîn Tehsîn jî wiha got: “Hêzên Pêşmerge navçeyên me rizgar kirine û em dixwazin her ew hêz li navçeya me bimîne û parastina navçeyên me bikin, lewma jî em daxwaz dikin ku PKK û Heşda Şeibî ji navçeya me derkevin.”
Derbarê hatina hêza Heşda Şeibî bo navçeyên Şingalê, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku navçeyên Şingalê ji aliyê Heşda Şeibî ve ji destê DAIŞê hatin derxistin, Kurdên Êzdî xwestin herin ser malên xwe, lê ew çekdar rê nadin wan ku biçin rûfatên şehîdên xwe bibînin. Pêwîst e çareseriyek ji wê pirsgirêkê re bê dîtin û Heşda Şeibî li navçeyê nemîne.”