Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK 5 serkirdeyên ENKSê dadgeh dike

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsekî Şepêla Paşerojê ragihand ku PKK bi biryareke neşeriî dê 5 serkirdeyên ENKSê dadgeh bike.

Ebdulselam Usman ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro PKK biryar daye ku her yek ji Fesla Yûsif û Beşar Emîn û Muhsin Tahir û Silêman Oso û Emîn Husam dadgeh bike. Ev biryareke neşeriî ye û ji hemû cîhanê re eşkere bûye ku PKK çi zilm û zordariyê li xelkê Rojavayê Kurdistanê dike.”

PKK, Rojavayê Kurdistanê dagîr kiriye û kesî ji xwe pê ve qebûl nake. Yên ku nakeve bin siya wê de, rastî zilmeke mezin tê û yan tên kuştin û yan jî dikevin binê zindanan û yan jî wan nefî dikin.”