Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Encumena Şingalê: Divê PKK û Heşda Şeibî ji devera me derkevin

Şingal-KDP.info- Serokê Encumena Şingalê ragihand ku ew tişta ku Heşda Şeibî li navçeyê dike metirsî ye li ser xelkê deverê. Herwiha dibêje, Heşda Şeibî û PKK nehatine Şingalê ji bo ku navçeyên Kurdistanî rizgar bikin û ji bo derxistina pirsgirêkan hatine û divê zû ji navçeyê derkevin.

Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Her biryarek li ser navçeya me derkeve, divê bi hevahengî ligel Hikûmeta Kurdistanê be, lê tişta ku niha Heşda Şeibî li navçeya Şingalê dike metirsî ye li ser xelkê navçeyê.”

Nayif wiha got: “Em naxwazin jibilî Hêzên Pêşmerge ti hêzeke din li navçeya me hebe, û divê ew hêz û nexasim PKK û Heşda Şeibî ji bavçeyê derkevin.”

Serokê Encumena Şingalê wiha domand: “PKK û Heşda Şeibî nehatine ji bo ku devera me rizgar bikin, lê belê hatine ji bo ku alozî û pirsgirêkan derxînin û divê zû ji navçeya me derkevin, ji ber ku ji ber wan xelk venagerin ser malên xwe û Şingal nayê avedankirin.”