Konê Reş
Di jiyana miletan de rojên dîrokî hene 26ê gulanê yek ji wan roja ye.
Werin em gul û kulîlkên gulana vê rojê bi bayê azadiyê re bidêrin..!
Bila êdî bes teyr û tilûrên welatê min ji dengê top û tivingan bicefilin..
Bila pezkuviyên çiyayê min bêtirs ji tîrên nêçîrvanan di pala çiya û zinarên welatê min de biçêrin..
Bela careke din koçerên welatê min strana (Hawer delal hawer delal), bibêjin û keriyên pezê xwe bihêsanî di hêrik, deşt û newalên welatê min de biçêrînin..
Nizanim çima gul û kulîlkên vê Gulanê navê Îdrîsê Barzanî tîne bîra min?!
* * *
Di vê Gulanê de Îdrîsê Barzanî kum û kolozê xwe xwar dike!
Pêşmerge ji çiyayê Metîn, Korek, Zozik û Gara re stranan dibêjin..
Balafirên Kurdistanî di ser asmanê Hewlêrê re bi giregir in..
Ala Rengîn û rengê gul û kulîlkên vê Gulanê ji hev nayên naskirin..
Û Referandum bang dike; cavê min li hêviya we qerimîn, serxwebûn ji ser pişta min danakeve…!
* * *
Di vê Gulanê de îdrîsê Barzanî kum û kolozê xwe xwar dike!