Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nûnerê PDK li Misrê: Gelek welatên Erebî ligel mafê çarenivîsa Kurdan e

 

Misir-KDP.info- Nûnerê PDKê li welatê Misrê Şêrko Hebîb behsa nêrîna welatên Erebî li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand ku gelek welat ji wan ligel mafê diyarkirina çarenivîsa Kurdan e û tekez jî kir ku hewlên Serok Barzanî bo paşeroja Kurdistanê pir girîng in.

Şêrko Hebîb ji malpera KDP.info re ragihand: “Di nava welatên Erebî de nêrînên cuda li ser pirsa Kurdî hene. Lê li ser asta deselatan de, gelek welat û deselat îtîrafê bi mafê çarenivîsa Kurdan dikin. Herwiha Serok Barzanî di serdana xwe de bo Urdinê û hevdîtinên wî de ligel berpirs û siyasetmedarên Erebî de, behsa pirsa referandum û serxwebûna Kurdistanê dikir û ev yek jî destpêkeke girîng e. Dibe ku behskirina wê pirsê ji hinek welatan re cihê dilgiranê ye, lê hevdem hinek welat jî piştevaniyê lê dikin yan jî ne li dijî wê ne.”

Hebîb wiha got: “Derbarê Misrê, hikûmeta wê ligel yekîtiya axa Iraqê ye lê rêzê li biryara Kurdan digrin. Divê Kurd û Herêma Kurdistanê zêdetir vê pirsê bi Ereban re behs bikin û ji wan re zelal bikin ku dewleta Kurdistanê dê bibe amrazek ji bo piştevaniya Ereban.”