Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn dê me hemiyan kom bike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bibe cîraneka baş ji wê pêwendiyê baştir e ku zêdetir dişibe pêwendiya navbera kirêdar û xwedan xanî.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê, di konferansa “Herêma Kurdistanê li hember du rêyan de” ku li Zankoya Kurdistanê tê lidarxistin, gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de zêdetir behsa statû û serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û ragihand, serxwebûna destpêka gerreka nû ye di rêyeka rast de.

Serokwezîr Barzanî her wiha got, helbet ji bona serxwebûnê divê kurd û hêzên kurdî bibin yek, ji ber ku heta dîwarekî bihêz yê yekrêziya siyasî nebe em nikarin banê serxwebûnê ava bikin. Serxwebûna Kurdistanê dê me hemiyan kom bike û bike ye. Referandom jî bo wê yekê tê encamdan ku em bêjin û nîşan bidin serxwebûn armanca me hemiyan e.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bibe cîraneka baş, baştir e çimkî pêwendiya niha ya Kurdistan û Bexdayê mîna pêwendiya kirêdar û xwedan xanî ye. Ev jî ne bi sûda Kurdistanê ne jî bi sûda Bexdayê. Kurdistaneka serbixwe û bihêz dikare him kêşeyên xwe çareser bike him jî yên derve.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku rojên zehmet êdî ber bi xilasbûnê ve diçin û got, hêdî hêdî nîşanên tiştên baş derdikevin, kirîz û kêşe kêm dibin. Êdî dema wê ye em hemû rola xwe di çêkirina netewa xwe de bilîzin. Ev firsenda ku niha ketiye destê Kurdistanê di dîroekê de qet çênebûye. Divê em û zarokên me xwe ji qonaxên nû re amade bikin û ji xwe biprsin gelo emê bikarin, gelo em amade ne.