Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im Brîtanya careke din tawanên wisa nebîne

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa terorîstî ya li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê şermezar kir û hevxemiya xwe pêşkêşî gel û hikûmeta Brîtanyayê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de teqîna terorîstî ya li salona konserta mûzîkjena amerîkî Ariana Grand li bajarê manchesterê yê Brîtanyayê şermezar kir û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan û gel û hikûmeta Brîtanyayê re xwast.
Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de dibêje: “Gelek bi tundî vê êrişa terorîstî şermezar dikim ku şeva bihorî konsêrteke hunerî li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê kire armanc, ku tê de hejmarek welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan, gel û hikûmeta Brîtanyayê dikim, piştevan û hevxemê wan im, hêviya zû başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi bûyerên terorîstî li cîhanê dike û tekezî li ser bertekên bihêz û tund li dijî terorê û terorîstan li ser asta navdewletî dike.
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Dubarebûna bûyerên terorîstî li bajar û navçeyên cuda cuda yên cîhanê, tekezî li ser pêwîstiya bertekek bihêztir li dijî terorê û terorîstan û têkoşîneke berfirehtir li ser asta navdewletî bo nehîştina hizra tundrewiyê û terorê dike.”
Serokwezîr Barzanî bi hêviyekê jî dawî li peyama xwe tîne û dibêje: “Hêvîdar im ku careke din Brîtanya û cîhan jî tawanek bi vî awayî nebînin.”