Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Barzanî sersaxî ji malbata Newşîrwan Mistefa û Goran re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Serokê Giştî yê Goranê Newşîrwan Mistefa peyameke serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî di vê peyama xwe de, serxweşî li malbata Newşîrwan Mistefa, kesûkarê wî, endam û alîgirên Tevgera Goranê dike û hêvî dike, ku Xwedayê mezin rihê wî bi biheşta ferah şad bike.

Peyama Barzanî bi vî awayî ye:
“Bi navê Xwedayê bexşîner û dilovan
Bi boneya koça dawî ya Newşîrwan Mistefa ez sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, kesûkarên wî yên birêz û endam û alîgirên Tevgera Goranê dikim. Ji Xwedayê mezin daxwazkar im, ku xwedê jê razî bi biheşta xwe ya ferah şad bike û sebir û aramiyê bibeşe hemû aliyekê.
Em ji Xwedê ne û vedigerin bo Xwedê”