Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê ji Goranê û malbata Newşîrwan Mistefa re şand

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbata Newşîrwan Mistefa û Tevgera Goranê kir û tê de radigihîne: “Min weke hevsoz û beşdarê xema xwe bizanin.”

Nêçîrvan Barzanî îro înê 19ê Gulanê ji ber koça dawî ya Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: “Bi boneya koça dawî ya xwedê jê razî Newşîrwan Mistefa, ez serxweşiyê li endamên malbatê, kesûkar, dost û hevalên wî yên birêz û Tevgera Goranê dikim. Ez hevsoz û beşdarê xema we me. Xwedayê mezin, xwedê jê razî bixe ber rehmeta xwe.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje: “Ez hêvîdar im, ku Tevgera Gorranê û alîgirên xwedê jê razî Newşîrwan Mistefa, bo xizmeta Kurdistanê û armancên hevbeş ên gelê me berdewam bin.”