Hewlêr-KDP.info- Şirovekarê siyasî Ebdulselam Berwarî amaje bi giringiya serdana Serok Barzanî bo welatê Urdin û beşdariya wî di Korbenda Aborî ya Deryaya Mirî dike û dibêje, ew serdan pir girîng e, ji ber ku Urdin ji bo Herêma Kurdistanê pir giring e û ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê jî dê gelekî alîkar be.
Ebdulselam Berwarî ji malpera KDP.info re behsa vê serdana Serok Barzanî bo Urdinê kir û ragihand: “Ew serdan û beşdariya di wê korbenda navdewletî de ji çend aliyan ve giringiya xwe heye, ku Serok Barzanî dê hejmarek hevdîtnên girîng û erênî ligel serok û serkirdeyên cîhanê lidar bixe û dê ligel wan kesayetiyan pirsa referanduma Başûrê Kurdistanê gotûbêj bike.”
Wî şirovekarê siyasî wiha got: “Herwiha ji aliyekî din ve pêwendiyeke bihêz û dîrokî di navbera malbata Barzanî û malbata Şahê Urdinê de heye û nûkirina wê pêwendiyê bandorê li ser paşeroja Herêma Kurdistanê dike. Lewma jî bi baweriya min dê Urdin yek ji wan welatan be ku îtîrafê bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin û di wê piroseyê de jî alîkariya me bike.”