Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî ligel Şahê Urdinê civiya

 

Urdin-KDP.info- Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt Urdinê di serî de ligel Şah Abdullah Padşayê Şahnişîna Urdinê civiya.

Roja pênçşem 18.05.2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Şah Abdullah Padşayê Şahnişîna Urdinê û bi mebesta beşdarîkirina li Korbenda Aborî ya Cîhanî li Deryaya Mirî ya Urdinê serdana Şahnişînê Urdinê kir û li Firokxaneya Ammana paytexta Şahnişîna Urdinê ji aliyê şandekî hikûmî û serbazî ya wî welatî ve hate pêşwazî kirin ku ji Emîr Feysel Bin Husên û Abdullah Urîkat Şêwirmendê Padşayê Urdin û Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Urdin û Parêzgerê Ammana paytext û Nûnerê hêzên çekdarên welatê Urdinê pêk hatibû.

 

Li yekemîn wêstgeha serdana xwe ya Şahnişîna Urdinê birêz Mesûd Barzanî li gel Şah Abdullah Padşayê Urdinê civiya.

Di vê civîna dûqoliyê de her dû aliyan di derbarê rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta herêmayetî û navdewletî û şerê terorê de danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Her di nîvroya heman rojê firavînek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Şah Abdullah Padşayê Urdinê hate rêkxistin û li wê firavînê da Emîr Feysel Bin Husên û Serokê Dezgeha Hewalgiriya(îstîxbarat) Urdinê û Serok Erkanê Artêşê û çend berpirseke bilindê wî welatî amade bûn.

 

Êvariya heman rojê birêz Mesûd Barzanî bi mebesta rewş û halpirsînê serdana çend Pêşmergeyekî birîndar yên li nexweşxaneya Bajarê Pizîşkî ya Elhusên kir û ji nêzîk ve hal û rewşa tendirustiya Pêşmergeyên birîndar pirsî û hêviya başbûna bi lez ji bo wan xwest ku li wê nexweşxaneyê da li bin çareseriya pizîşkîdane