Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fazil Mîranî pêşwazî li malbata Şehîd Mexdîd Herkî kir

Hewlêr-KDP.info- Li navenda Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê pêşwazî li malbata şehîdê qehreman Mexdîd Herkî kir.

Fazil Mîranî bi germî bixêrhatina malbata şehîd Mexdîd kir û kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê nîşan da û tekez kir ku gelê Kurd herdem qurbanî daye û qurbaniyan jî dide ji bo parastina nirx û nasnameyên xwe û ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe wek hemû gelan.

Mîranî wiha got: “Em şanaziyê bi qehremanî û mêrxasiya Şehîd Mexdîd û hemû şehîdên Kurdistanê dikin, ku canê xwe di ber Kurd û Kurdistanê de dane.

Herwiha Mîranî amaje bi wê yekê kir ku şehîdên Kurdistanê her di bala me de ne û qet nayên jibîrkirin, lewma jî çi ji dest bê gerek ji wan û ji malbatên wan re bê kirin, ji ber ku malbatên şehîdan herdem cihê rêzê ne û em şanaziyê bi wan dikin.

Ji aliyê xwe ve, malbata şehîd Mexdîd Herkî tekez kir ku ew li ser rêbaza Barzanî ku rêbaza kurdayetiyê, dê berdewam bin û wek malbata şehîd şanaziyê dikin û serbilind in, ku di ber Kurdistanê de me şehîd dane.