Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rojava û Basûrê Kurdistanê hev digrin û dibin welatekî serbixwe

Hewlêr-KDP.info- Rojnameya Time ya Amerîkî di raporekê de behsa perçekirina Iraq û Sûriyê dike û dibêje Başûrê Kurdistanê ligel Rojavayê Kurdistanê hev digrin û dibin dewleteke serbixwe.

Siyasetemedar, rewşenbîr, çalakvan û rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya Kurdistan re behsa wê egerê dikin û didin xuyakirin ku hevgirtin Basûr û Rojavayê Kurdistanê pir ji rastiyê nêzîk e û di gelek aliyan de herdu alî dikarin hevdu bikemilînin û hevdu mezin bikin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulrehman Apo mizgîniyên girîng û bingehîn dide û dibêje: “Guhertin û perçekirina dewletan û nexasim jî li navçeya Rojhilata Navîn, her 100 salî carekê li ser destê welatên mezin ên xwedî biryar, tên kirin. Êdî dawiya sînorên (Sykes – Picot) hatiye. Nexseyek nû heye û tîskên wê diçirisînin. Ew nexse li navendên sitratejîk hatiye xêzkirin. Ji ber dewlemendiya axa Kurdistanê bi çavkaniyên wê yên xwezayî ku bala Ewropa diksînin, welatê Kurdan kirine cihekî pir girîng û sitratejîk, herwiha nayê vesartin ku di van çend salan de pêgeha Kurdan çiqasî pês ketiye û ew jî berjewendiyên xwe davêjin nava siyaset û berjewendiyên welatên rojavayî. Nexasim jî pistî qehremaniya Hêzên Pêsmerge li dijî terorê, ku êdî hemû cîhan bi serê vê hêza leskerî ya navdewletî sund dixwe û zimanê kesî li ber mêrxasiya wan nagere ku dewleta Kurdistanê qebûl neke. Êdî dema serxwebûna me, ji Basûr heta Deryaya Sipî hatiye û qonaxa yekê jî ji Basûr destpê dike. Herî dawî sala 2023ê dê hemû qonax bi dawî dibin.”

Piraniya sîrovekarên Kurd û biyanî di wê baweriyê de ne ku ne Sûriye û ne jî Iraq êdî dikarin careke din bibin xwedan sîstem û pergalên navendî yên berê.

Rewşenbîrê Rojavayê Kurdistanê û Karîkatorîst Yihya Silo derbarê rewşa navçeyê û egerên serxwebûna herdu perçeyên Kurdistanê tekez dike ku êdî ti wateya sînorên Sykes – Picot nemane û pêdivî bi nexşekirin û li hevhatineke nû heye. Yihya Silo dibêje: “Başûrê Kurdistanê gavên dawî yên serxwebûnê davêje. Li Rojavayê Kurdistanê jî, rûyê statyoyekê diyar dibe. Biqasî ku çavê me dibîne, di demeke nêzîk de lihevhatinek di navbera Sune û Şîe yan Kurd û Arebên Sune yan jî Kurd û Elewiyan de, çênabe û wek Iraqê tenê perçekirin li pêşiya Sûriyê jî maye.”

Li gorî Silo, Başûrê Kurdisanê bi tenê serxwebûna xwe rabighîne, dê wekî giraveke dorpêçkirî di nava dewlet û dijminan de. Rewşa Rojava jî wek a Başûr e. Ew jî bi tena xwe û bê Başûr, dibe wek giraveke dorpêçkirî. Çareya herî baş hevgirtina herdu beşên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û piştre serxwebûna wan e. Ev jî çareseriya herî baş e ji herdu aliyan re. Başûr dibe xwedan deriyekî navdewletî, ku bi riya Rojava re dê xwe bighîne Deryaya Spî û dê karibe petrol û gaza xwe bi rengekî hêsantir derbasî bazarên cîhanî bike. Rojavayê Kurdistanê jî dikare Başûr ji xwe re bike piştek. Hinek kes dibêjin ev yek nemumkin e, ji ber ku rêvebirên herdu beşan xwedan nêrînên cuda ne di warê îdolojî, rêkxistinî û sîyasî de...Heya radeyeke ev bawerî rast e. Lê dive em bizanin ku di dawiyê de partiyên siyasî alav in û gel û welat bingeh in.

Çalakvan Serbaz Ferman dibêje: “Li gorî piraniya eger, amaje û guhertên ku em roj bi roj li navçeyê bi giştî û li Kurdistanê jî bi awayekî taybet dibînin, ji me re eşkere dibe ku dema serxwebûna Kurdistanê hatiye û em karin bêjin ku em gîro bûne jî ji bo têkoşîna ji vî mafê rewa re. Êdî Başûrê welat bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî û bi gavên asê bi vî alî de diçe. Lê bi baweriya min li Rojavayê Kurdistanê şert û merc ji bo serxwebûnê pêşketîtir in û nexasim jî ji ber rewşa aloz ya Sûriyê bi giştî, ku êdî amrîkî û rûs û ewropî li hatine Sûriyê li gelek cihan kar dikin ji bo avakirina navendên leşkerî. Ev jî hemû amaje ne ku Rojava ji serxwebûnê re amade dibe. Ne tenê serxwebûn, lê belê ew perçeyê Kurdistanê yê ku heta niha ser bi Sûriyê ve ye, êdî dikare ji Sûriyê cihê bibe û bi Başûr re hevgirtinekê çêbike. Êdî li navedên lêkolînên stratejîk ên navdewletî hevgirtina Başûr û Rojavayê Kurdistanê û serxwebûna wan di nava dewletekê de, tê gengeşekirin. Lewma jî niha ji Kurdên Rojava tê xwestin ku bibin yek û ji paşeroja xwe re kar bikin, ji ber ku êdî Sûriyaya berê venagere û derfeteke baş heye ji bo hevgrtina Rojava û Başûr.”

Basûrê Kurdistanê, herêmeke qebûlkirî ye li ser asta cîhanê û herwiha têkiliyên wê yên siyasî û dîplomatîk û aborî pir bas in. Lewma jî Rojava dikare sûdê jê bibîne.

Rojnamevan Dara Mihemed dibêje: “Hevgirtina Rojava û Başûr xwesteka Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye. Em dixwazin bi Başûr re dewleteke serbixwe ava bikin. Hewca me bi Başûr heye û hewca Başûr jî bi Rojava heye. Ji aliyê aborî, siyasî, pêwendî, îdarî, pêgeha navdewletî, bazirganî û gelek aliyên din emê sûd ji Başûrê Kurdistanê bibînin. Herwiha bi vê hevgirtinê emê ji bin zilm û dîktatoriya PYDê derkevin. Dibe ku PYD bi vê hevgirtê nerazî be, lê biryar biryara Amerîka ye û ji vê projeyê re kareke mezin kiriye.”

Ji bo ku em nêrîna PYD li ser serxwebûna Rojava û Basûrê Kurdistanê nas bikin, negelekî zehmet e. Pistî rêkeftina Astanayê ji bo avakirina "herêmên hêmin" li Sûriyê, PYD li dijî wê planê derket û ragihand ku ew yek planek e ji bo perçekirina Sûriyê. Bi wateya ku perçekirina welatê ku tenê bi nava maye, li cem PYDê xeta sor e