Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pêşmergeyên Eylûl û Gulanê: Jibilî serxwebûnê em bi tiştekî din razî nabin

Hewlêr-KDP.info- Pêşmergeyên herdu şoreşên Eylûl û Gulanê dibêjin, ji bo ku xebat û têkoşîna me vala neçe, jibilî serxwebûnê em tiştekî din naxwazin, lewma jî pêwîst e bilez rojek ji referandumê re bê diyarkirin û em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Zikrî Hemîd, ku Pêşmergeyê herdu şoreşên Eylûl û Gulanê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Di nava 100 salên borî de me gelek xebat kiriye û me gelek qurbanî dane, ew jî ji bo ku am bi azadî bijîn. Ti gavek li ser çiyayên Kurdistanê nemaye ku me xwîn li ser nerijandibe. Lewma jî em daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikin ku yekrêz ûyekgirtî bin û piştgîriyê li biryar û pêngavên Serok Barzanî bikin, da ku em referandumê bikin û serxwebûna xwe rabighînin.”

Pêşmergeyê dêrîn, Hacî Qadir jî dibêje: “Ez di gelek şer û dastanan de beşdar bûme û li dijî dijmin rawestiya me, ew jî ji bo ku em wek gelê Kurd bi azadî bijîn. Niha hin alî dixwazin pirsgirêkan derxînin ji bo ku em neghên wê armanca xwe ya ku me qurbanî di ber de nane. Lê em wek Pêşmergeyên herdu şoreşên Eylûl û Gulanê, jibilî serxwebûnê bi tiştekî din razî nabin, lewma jî em daxwaz dikin bilez rojek ji bo lidarxistina referandumê were diyarkirin û em jê re bêjin erê ji serxwebûna Kurdistanê re.”

Herwiha Pêşmerge Şerîf Mihyedîn jî dibêje: “Temenê min 10 sal bû dema ku ez bûm Pêşmerge, niha jî temenê min 60 sal e û hêj ez Pêşmerge me û amade me her Pêşmerge bim ji bo gelê xwe. Me ewqas ked û xebat û têkoşan kiriye ku em bighên hêvî û armancên xwe ku ew jî serxwebûn e, lewma jî em daxwaz dikin ku ji bo ku xebata me vala neçe, referandum bê kirin û em tê de serxwebûnê hilbijêrin û em bi çavê xwe berhema xebat û têkoşîna xwe bibînin.”