Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Laleş: Bila Pêşmerge navçeyên Şingalê rizgar bike

Dihok-KDP.info- Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş di daxuyaniyekê de li dijî kişandina Kurdên Êzdî bo nava pirsgirêkên navçeyê derket û daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku hemû navçeyên Şingalê rizgar bikin.

Di wê daxuyaniya ku kopiyek jê ji malpera KDP.info re hatiye şandin, Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş eşkere dike ew çavdêriya rewşa navçeyên nêzîkî Şingalê dikin, ku hêzên Heşda Şeibî bi navê şerê terorîstên DAIŞê hatine wir û dibêje: “Divê Heşda Şeibî xwe ji gund û komelgehên Êzdiyan dûr bixe û ew erk tenê dikeve ser milê Hêzên Pêşmerge, ji ber ku ew pêşketina Heşda Şeibî pirsgirêkek û şerekî navçeyî ye û ew hêz dixwazin berjewendiyên xwe bi riya Şingalê cîbicî bikin.”

Li gorî Desteya Bilind a Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê ne di berjewendiya Êzdiyan de ye ku têkevin nava wî şerê navçeyî de û hebûna wan hêzan jî li ser axa Şingalê dibe sedema venegeryana koçberên Şingalê bo ser mal û halê xwe. Herwiha helwesta Serokatiya Kurdistanê û Fermanderiya Giştî ya Pêşmerge û nerazîbûna wan li dijî hatina Heşda Şeibî bo Şingalê, nîşana xemxwarina wan e ji bo xelkê me û ji bo paşeroja Êzdiyan, lewma jî em piştgiriya helwesta wan dikin û daxwaz dikin ku Hêzên Pêşmerge bi xwe hemû navçeyên Şingalê rizgar bikin.