Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Divê PKK bi aştiyane ji Şingalê derkeve..Em alîkariya Kurdên Rojava dikin

 

Amerîka-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Amerîka ragihand ku ew rijd in li ser lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê di sala 2017ê de. Herwiha got ku divê PKK bi aştiyane ji Şingalê derkeve û tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê berdewam e li ser alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî simînarek li Washnigtonê bi navê “Nerînek ji Kurdistanê bo Iraqa piştî DAIŞê” pêşkêş kir û tê de ragihand: “Pêwîst e PKK bi aştiyane ji Şingalê derkeve. PKK dixwaze pirsgirêkên xwe binîne nava Başûrê Kurdistanê. Divê PKK rêzê ji serweriya Başûr re bigre.”

Derbarê Rojavayê Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî got: “PYD rêkeftinên Hewlêr û Dihokê ji aliyekî ve binpê kir û tekalî Rojavayê Kurdistanê birêve dibe. Em danûstandinê ligel PYDê red nakin û em berdewam in li ser alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê. Herwiha YPG rêgiriyê li vegera şervanên biyanî yên di nava xwe de bo welatên xwe, dike.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê wiha derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand: “Pêwîst welatên rojava şaşîtiya xwe ya beriya 100 salî rast bikin û em wek Herêma Kurdistanê rijd in li ser lidarxistina referanduma Kurdistanê di sala 2017ê de. Divê em bizanin ka xelkê Kurdistanê çi dixwazin, lewma divê em referandomê encam bidin û mafê xwe yê demokrasî cîbecîbikin, piştî encamên referandomê ligel Bexdayê dicivin û danûstanan bo baştirîn çareserî dikin, encamdana fererandomê rewşê aloztir nake, ji ber ku, em bawerin ku, refrandom baştirîn rêye bo aştiyê, herwiha emê li ser danûstan û civînan berdewam bin heta em baştirîn çereserî bibînin.

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Divê Heşda Şeibî rêzê li sînorên Başûrê Kurdistanê bigre. Tenê Hêzên Pêşmerge parastina Kerkûkê kirin. Em li dijî destêwerdana her welatekî ne di karûbarê Başûrê Kurdistanê de. Pêwîst e piştî DAIŞê rêkeftineke siyasî were kirin. DAIŞ di qonxa dawî de ye, şekstina serbazî ya rêxistina DAIŞê nayê wê wateyê ku, hizra tûndirew bi dawî tê, lewma divê em bizanin piştî DAIŞê wê çi rûbide û divê em çibikin? Dive bi cidî bîra vê yekê bikin, em hêvîdarin ku ew pêwendiyên niha di navbera me û Washingtonê de di pêşerojê de bi hêztir bibin.