Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nûnerê Trump: Artêşa Amerîka dê berdewam be li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Dijî DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de nûnerê Trump ragihand ku artêşa welatê wî dê berdewam be li ser piştevaniyên xwe ji bo Hêzên Pêşmerge û li ser perwerdekirina Pêşmerge ji aliyê leşkerî ve.

Îro Dûşema 15.05.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett Mc Gurg Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Amerîka li Bexda pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li bajarê Musil xistin ber behs û danustandina bîr û ramanên di derbarê gefên qonaxa piştî DAIŞê kirin.

Herwiha Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ji bilî balkişandina li ser girîngiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe tekez li ser berdewamiya piştevanî û rahênana artêşa Amerîka ya ji bo hêzên Pêşmerge kir.

Her di vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û paşaroja proseya siyasiya Iraqê.

Di beşekî dinê civînê de rewşa siyasî û emniya Sûriye û hengav û planên têkşikandina DAIŞê li Sûriyê hate nirxandin.