Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îdareya Şingalê: Bexda rêkeftin binpê kiriye..Em Heşda Şeibî qebûl nakin

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, hatina hêzên Heşda Şeibî bo sînorê navçeya Şingalê li dijî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ye, herwiha xelkê Şingalê wê hêzê li navçeya xwe qebûl nakin.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî wê rêkeftina leşkerî ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de di operasyona Mûsilê de hatiye kirin, nabe hêzên Heşda Şeibî bên navçeyên me, ji ber ku Hêzên Pêşmerge dê wan nevçeyan rizgar bikin, lewma jî ev pêşketina Heşda Şeibî li sînorê Şingalê binpêkirin e ji wê rêkeftinê re.”

Xelîl tekez dike ku xelkê Şingalê hebûna wê li devera xwe qebûl nakin, ji ber ku bi wan bawer nakin û pêwîst e tenê Hêzên Pêşmerge li wir bin.

Hevdem Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev 6 meh in ku me xwe ji rizgarkirina wan navçeyan re amade kiriye. Li gorî rêkeftinê Heşda Şeibê dê Beiac û Bilêc rizgar bikin û em jî dê navçeyên Şingalê yên ku di destê DAIŞê de mane, lê niha wan ew rêkeftina Hewlêr û Bexdayê binpê kirin û em ji vê yekê pir dilgiran in û em razî nabin ku Heşda Şeibî li navçeyên me be.”