Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo Nûnerê Trump: Bila pêwendiyên me bihêztir bibin

 

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Serorkwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Donald Trump ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, Brett McGurk û şandeyeke pêre kir, ku ji Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Silliman û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Helêêtr Ken Gross pêk hatibû.
Di vê civînê de, Brett McGurk û şanda pê re, bi boneya serkevtinên dawiyê yên li hember terorê destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge kirin û hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji bo ji holê rakirina terorê li Mûsilê û derdora wê bilind nirxand.
Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de jî, McGurk û şanda amerîkî piştgiriya xwe ji bo her pêngavekê ku proseya siyasî li Herêma Kurdistanê cihgir bike, û berdewamiyê bide diyaloga navbera pêkhateyan, anîn ziman.
Li ser mijara têkiliyên navbera Hewlêr û Waşingtonê jî, şanda Amerîkayê amaje bi wê jî kir, ku pêwendiyeke tund û bihêz di navbera Amerîkayê û Kurdistanê de heye û hikûmet û xelkê Amerîkayê dixwazin ku ew pêwendî berdewam bin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de spasiya wan serdan û têbîniyên şandên Amerîkayê û piştgiriyên Amerîkayê bo pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan kir û daxwaza jî kir: “Pêwendiyên du alî yên Hewlêr-Waşingtonê zêdetir ber bi pêş ve biçin.”
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir: “Herêma Kurdistanê hejmareke mezin aware û penaberên destê terorê li xwe girtiye û di çend mehên dawiyê de jî zêdetir ji 35 hezar birîndarên şerê rizgarkirina Mûsilê, ji Artêşa Iraqê, li Herêma Kurdistanê hatine çareserkirin, lê belê ji aliyê Bexdayê ve weke pêwîst alîkarî di vî warî de nehatiye kirin.”
Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de jî, Serokwezîr Barzanî destnîşan kir: “Diyalogeke ciddî di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî heye.”
Gotûbêjkirina rewşa ewlehiya deverê û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Hewlêr-Bexdayê, ji mijarên din ên gotûbêjên her du aliyan di hevdîtina îro de bûn.