Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li ciwanên TEDx Niştiman kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li komeke keç û xortên beşdar di Konfransa TEDx Niştiman (TEDx Nishtiman) kir û destxweşî li wan keç û xortan kir, ku konfranseke wisa li Hewlêrê li dar xistin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îrp yekşembî pêşwazî li komeke keç û xortên xwebexş bi serokatiya Rêkxerê Konfransa TEDx Niştiman li Hewlêrê, Rewend Hisên kir, ku meha bihorî li paytexta Herêma Kurdistanê hatibû lidarxistin.
Di vê hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî destxweşî li hemû wan keç û xortan kir, ku beşdarî di rêxistina Konfransa TEDx Niştiman de kiribûn û ji wan re got, ku bêyî guhdana bi alîgiriya siyasî li ser karê xwe berdewam bin û di karên xwe de serkevtî bin û hêvî kir, ku ew di karên xwe de serkevtî bin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Eger xortên Kurdistanê derfet hebin, weke xortên cîhanê karên gelek baş dikin."
Serokwezîr Barzanî herwiha hêvî kir, ku ew keç û xort di paşerojê de karên mezintri û baştir saz bikin û hewl bidin, bi kar û çalakiyên xwe hestê netewî yê lawên kurd zêdetir bilind bikin û lawan ji bo karên xwebexş û xwepêgihandinê han bidin (teşwîq bikin), bi awayekê ku çavê wan li wê yekê nebe, ku hikûmeta hemû karî ji wan re bike.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Rêkxerê Konfransa TEDx Niştiman, Rewend Hisên li ser navê komê keyfxweşiya xwe bi hevdîtinê nîşan da û ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re bi kurtî behsa çawaniya rêxistin û sazkirina Konfransa TEDx Niştiman kir û spaspiya piştgiriyên Serokwezîr ên ji bo pêkanîna konfranseke wisa giring kir.