Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmetê projeya yekirina Hêzên Pêşmerge pesend kir

 

Hewlêr-KDP.info- Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê projeya derbarê yekkirina hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge ve pesend kir.

Serokê Fermangeha Hemahengû û Pêdaçûnê Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nûrî Osman ji Rûdawê re ragihand, ku Civata Wezîran projeya derbarê yekkirina hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge ve pesendkiriye û ji bo erêkirinê dê vê projeyê pêşkeşî Serokatiya Herêma Kurdistanê bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hevkariya tîmekî pispor ji wezaretên berevaniyê yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê, dixwaze ji bo çaksaziyên nav Wezareta Pêşmerge pêngavan biavêje. Ji bo vê armancê jî projeyekî 35 xalî hatiye amadekirin.
Roja 7ê Gulana 2017, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî, herwiha berpirsên Wezareta Pêşmerge ligel vê tîma şêwirmend civiya û tîma navborî pêşniyar û bernameya karên xwe yên hevbeş eşkere kir.
Armanca vê projeyê di paşerojê de pêkanîna hêzeke serbazî ya profesyonel e.