Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokê Fransa kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbayî li Serokê Nû yê Fransa Emmanuel Macron kir û hêvî kir, ku têkiliyên navbera Hewlêr û Parîsê berfirehtir û geştir bibin.


Nêçîrvan Barzanî îro peyameke pîrozbayiyê li Serokê Nû yê Fransa Emmaneul Macron r şandiye.
Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de dibêje: “Bi navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi minasibeta hilbijartin û dest bi karbûnê, pîrozbahiyê li Serokê Nû yê Fransayê birêz Emmanuel Macron dikim.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha gotiye: “Serkevtina birêz Macron di hilbijartinên Fransayê de, serkevtina hêviya bi milyonan hevwelatiyên fransî û zêdetir mokimkirina bingehên Yekîtiya Ewropayê bû, geşbînî ji bo geşkirina aştî û aramiya navdewletî bi xwe re anî.”
Serokwezîr Barzanî amaje bi acendaya karkirina Macron di dema serokatiya Fransayê de kir û destnîşan kir: “Serok Macron, ji nav birina terorê di serê lîsteya kar û xebatên xwe de danî, Herêma Kurdistanê jî ku niha di şerê li dijî terorê de pêşeng e, dixwaze têkeliyên siyasî û hevahengiya leşkerî li gel Fransayê xurttir bike, daku aştî û aramî li devera Rojhilata Navîn ku, deverek neram e, bi cih bibe.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa pêwendiyên navbera Kurdistanê û Fransayê dike û hebûna wan pêwendiyan bi dîrokî bi nav dike û dibêje: “Têkeliyên dîrokiyên navbera her du gelên Kurdistan û Fransayê de hêjayî behiskirinê ne. Di nava sed salên borî de, dema gelê me di nava êş û azaran de bû, Fransayê destê alîkariyê ji bo hevwelatiyên Herêma Kurdistanê dirêj kir. Em bi hêvî ne ku, di dema serokatiya birêz Emmanuel Macron jî de têkiliyên du alî zêdetir berfireh û geştir bibin.”
Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokê Berê yê Fransa François Hollande jî kiriye û gotiye: “Ez dixwazim spasiya serokê berê yê Fransayê birêz François Hollande bikim ku siyaseteke navdewletî ya serkevtî peyrew kir û têkiliyên Fransayê li gel Herêma Kurdistanê bihêz kirin.”