Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Biro: PYD siyaseteke metirsîdar li Rojavayê Kurdistanê çîbicî dike

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, PYD siyaseteke metirsîdar li Rojavayê Kurdistanê çîbicî dike, ku bi çekan li dijî her tevgereke siyasî disekine, ku ew tevger ne di bin siya wê de be.

Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PYDê êriş kirin ser navenda Emîndariya Giştî ya ENKSê û hejmarek serkirde û endamên partiyên nava ENKSê girtin û ew avêtin binê zindanan. 2 jin jî di nava wan girtiyan de ne, ku ew jî Fesla Yûsif û Narîn Metînî ne. PYD siyaseteke metirsîdar li Rojavayê Kurdistanê çîbicî dike.”

Biro wiha got: “PYD siyaseta revandin cîbicî dike û dixwaze bi hêza çekan li dijî her tevgereke siyasî bisekine, ew jî ji ber ku ne di bin siya wê de ye. Dixwaze endam û alîgirên ENSKê bitirsînin û bi riya çekan jiyana siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bidawî bînin.”

Serokê ENKSê wiha domand: “PYD di rêvebirin û îdareya Rojavayê Kurdistanê de hat şikestin û biser neket û ji ber vê yekê rojane xelk ji Rojava bar dikin û koçber dibin. Em wek ENKSê ji hemû cîhanê re piştrast dikin ku ew karên terorîstî yên PYDê diyar dikin ku ew çiqasî sextekar in û xelkê dixapînin. PKK li Rojava heman siyaseta ku li dijî Kurdên Bakur bikar tanî, dûbare dike.”